(Bi Kurdî)

KAWA NEMIR

Kawa Nemir * Şa’ir, çîroknûs û wergêr. Di 29’ê Gulana 1974’an de li Îdirê ji dayîk bû, li Enqereyê di Zankoya Hacettepeyê de û di Zankoya Stembolê de ziman û edebîyata Îngilîzî xwend. Paşê li Stembolê ziman û edebîyata kevn a Yewnanî û Latînî xwend, lê piştî du salan, di 2002’yan de, ji ber çalakîyên xwe yên peywendîdarî ziman û edebîyata Kurdî, ji zankoyê hate qewirandin. Nemir di navbera 1997’an û 2003’yan de wekî edîtorê kovara çand, huner û edebîyatê ya mehane Jiyana Rewşenê xebitî, ku 52 hejmarên wê derçûne, her wiha, wekî edîtorê kovara Rewşen-Nameyê ya ku sê hejmarên wê derçûne. Her du kovar jî bi giştî wekî nûnerên hizr û boçûnên serekî yên Nifşê 90’î yan jî Nifşê Rewşenê yê qonaxa wêjeyî têne zanîn, a ku jêderk e bo beşek zore ji kartêkertirîn şa’ir û nivîskarên ciwan ên îro. Di 2003’yan de, Nemir weşanxaneya bi navê Bajar damezirand, armanca kîjanê ew bû ku wergerên ji edebîyata cîhanê bo Kurdî biweşîne. Lê piştî weşandina çend kitêban, ji ber sedemên darayî, manewî û tenduristîyî, Bajar bê gav ma ku feramoş bibe.
bêtir agahdarî